Ofîsa Ragihandinê ya Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokê Konseya Bilind a Dadweriya Iraqê Fayîq Zêdan li gel Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriye û Iraqê Tom Barrack civiya.
Hate diyarkirin ku Zêdan û Barrack li ser rola dadweriyê li ser hewildanên ji bo bi cihanîna erkên destûrî yên ku divê di qonaxa bê de werin bicihanîn taybet wek avakirina hikûmetê, guftugo kirin.
Ev civîn di dema ku raya giştî ya Iraqê li benda çareserkirina çend pirsgirêkên girîng ên destûrî ye ku desthilata dadweriyê parêzerê sereke yê bicîhanîna van mafan lê dûrî nakokiyên siyasî û li gorî bendên destûrê ye de hate lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî hin nûçeyan, Tom Barrack gotiye ku ger Malikî ji namzetiya xwe ya ji bo posta serokwezîriyê venekişe, Emerîka dê di destpêka hefteya bê de li ser hinek kes û saziyên Iraqî cezayan ferz bike.
Tevî gef û zextên Emerîkayê yên li dijî namzetiya Nûrî Malikî jî ji bo postê serokwezîrtiya nû ya Iraqê, heta niha Çarçoveya Hemahengî li ser vê biryara xwe israr dike û ti guhertin di namzetiya postê serokwezîrtiya Iraqê de çênekiriye.